5/14/2010

Wele Wezîr ker e

Divê du mirovan bi hevdu re çerçî-etarîtî dikirin. Dem çu dewran derbasbu herdu etaran gelek ji hevdû hezdikirin û bubun wekî bira, hata ewqas bubun ku edî bê hevdû îdare nedikirin. Dîsa rojek ji rojan herdu etaran barê xwe li hêstiran barkirin û ber bi welatê jêr ve ketin ser rê û çûn û çûn.. hetanî xwe gihandin bajarekî gelek xweşik. Ew bajar bi miletê xwe ve, bi avakirina kolan û avayê xwe ve gelekî xweş bu. Mirovên wî bajarî gelekî mirovên merd û camér bûn. Xweşîya wî bajarî dilê yek ji wan etaran kişand ku ew êdî dev ji etarîyê berde û ji xwe re di kolaneke wî bajarî de dikanekî kirê bike û ji xwe re dikandarîyê bike. Mêrik bixwe ji xwe re got: êdî way emrê min bû 40, êdî bes e ku ez etarîtîyê dikim.

Mêrik xwest a dilê xwe bi hevalê xwe re parve bike û jê re got:

-wele, dilê min heye ku ez îdî dev ji etarîtîyê berdim, nizanim ka tu çi dibêje..?

Wekî ku tu satilek ava sar di ser hevalê wî de bike ewqas di cîyê xwe de sar bu û ma, û wek deng neçûbê an ji nexwest fêm bike û got:

Te got çiiiii..?

- min got dilê min heye ku ez îdî dev ji etarîyê berdim, ez îdî westîyame nikarim tim û tim li pêy hêstiran bi van çîyan ve hilkişim.

Hevalê wî, heyra tu dîn bûyî.. ma te rêya xwe þaþ kiriye, ev bû çend sal em bihevranin û karê me pirr baş e û em her derî nasdikin û karê me jî karekî bi xêr û bêr e, ma tu yê çawa dev ji etarîyê berdî..?

- wele, bira min biryara xwe daye, ez ê îdî dev ji etartîyê berdim, ez ê hinek jî dikandarîyê bikim ka hela Xwedé çawa dike.

Hevalê wî ad kir îman kir, li ser gerîya, li ber gerîya; heyra ev bû çend salin em hevalin were dev ji etarîyê bernede..! lê tu fêdekî nekir, mêrik dev ji etarîtîyê berda û ji xwe re dikanekî kirêkir û dest bi dikandarîyê kir.

Hevalê wî wekî berê barê hêstira xwe barkir û çû etarîtîyê. Carna havalê wî dihat wî bajarî lê nedixwest ku wî bibîne, ji ber ku gelekî dilê wî mabu.

Dem çu dewran derbasbû, mêrik hêdî hêdî di nav dikandaran de hate naskirin. Di dema sersal û cejanan de, dikandarên wî bajarî xelat dikirîn û diçûn sersal û cejna Mîrê bajar pîroz dikirin. Mêrik jî, çend caran xelatên ku li gorî mezinaya Mîr di kirî û diçû serdana Mîr û li huzura Mîr rudinşt û carna pêwîstbûna diaxifî.
Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/pekenok/36736-wele-wezir-ker-e-cirok.html#post306444

Di mêrik de hinek şêla zanatîyê hebû, dema diaxifî bêhna zanatîyê ji axiftinên wî dihat û ev rewşa mêrik jî dilê Mîr xweş dikir. Mîr mirovekî zalim bû, dema Wezîrê wî tiştek xelet bikira an jî madê Mîr jê Wezîr biçuya, serê wî jêdikir û Wezîrek dinê wezifedar dikir. Wan rojan jî Mîr serê Wezîrê xwe jêkiribu û dixwest ku ji xwe re Wezîrekî tayîn bike. Mîr fikirî û da berhev, bi xwe ji xwe re got: wele ji vî dikandarî bi aqiltir tuneye ez ê wî bikim Wezîr.Û qasid şand ba mêrik, yanî dikandarê nu got bila were Dêwana min.

Mêrik bi lez û bez hat Dîwana Mîr. Mîr jêre got: tu dev ji dikandarîtîyê berde, ji îroj û pêve tu Wezîrê min î.

Wezîrtîya mêrik li nava bajar belav bu û her dor û ber pê hesîyan ku Mîr dikandarek kirîye Wezîr.

Dîsa rojek ji rojan hevalê Wezîrê nû hat bajêr ku ji xwe re tişta bikire, hevalê wî dît ku herkes behsa Wezîrê nu dike. Ev gotinan bala etar jî kişand û mereqkir ku ka bizane Wezîrê nu kîye. Dema zanî ku hevalê wî buye Wezîr, di ber xwe de got: "wele wezîr ker e" ev dengê etar çû goyê hin kesan ku etarek gotîye Wezîr ker e û çun şikayeta wî bi wezîr de kirin.

Wezîr çend esker şand ka ew kîye ku ji Wezîr re gotîye ker. Esker çun; ew ê ku gotibû wele Wezîr ker e, girtin û anîn huzura Wezîr. Wezîr bala xwe dayê ewê gotîye Wezîr ker e hevalê wî yê etar e.

-Wezîr, te gotîye wezîr ker e..?

Hevalê wî, erê

-gere tu bi wezîrtîya min şa bibûna, lê tu diçî di nava xelkê de dibêje wezîr ker e..!! min tiştek ji te fêm nekir.

Hevalê wî, erê, dîsa dibêjim ku tu ker î...!

-çima ez ker im, ka bêje tu çawa dizanî ku ez ker im..?

Hevalê wî dibêje; eger tu ker nebûya tu nedibû Wezîr..!! gelo ma tu qet fikirî ka Wezîrên pêşîya te, ew kuda çun û çi hat serê wan..? ma tu nizanî aqûbeta wan li serê te ye jî....?

0 comments:

Post a Comment